DESTPÊK

Xebatên me yên pêşîn ên bo lêkolîn û berhevkirina muzîka herêma Hekariyê di sala 2001’ê de dest pê kir. Me derfet peyda kirin ku em berhevkirinên pêşîn li navenda Hekariyê, yên din jî li navçeyên wê bikin. Jê pê ve, me li gel wan kesên ji herêmê jî hindek qeyd kirin, ku bi koçên dawîn hatine Stenbolê. Tevî vê yekê, ew koleksiyon û arşîvên şexsî jî, ku gihiştine ber destê me, beşeke girîng a xebatê pêk anî. Çavkaniyên devkî jî, ku di dirêjiya xebatê de rê li ber me xistin û di amadekirina agahiyên pirtûkçeyê de xwedî para mezin in, bûn yek ji avakarên vê arşîvê.

Di wê hingê de, ku me karê berhevkirinê dikir, çûna gund û zomayên Hekariyê gelekî dijwar bû. Ji ber ku ew mirovên li wan deran dijîn, ji ber valakirina gundan an koçî navenda Hekariyê û navçeyên wê, an jî koçî bajarên din bûbûn û ev cî û war bi giştî ji mirovan hatibûn şûştin. Ew mirovên ku neçar mabûn cî û warên bav û kalên xwe terikandibûn, li bajaran ji bo ku muzîka xwe pêk bînin deverên adetî kêm caran peyda dikirin. Vê yekê kir ku şert û mercên berhevkirinê dijwartir bibin. Bi taybetî kêmbûna dîwanan hiştibû ku ew dengbêjên gelek dastan û kilaman di bîra xwe de xweyî dikin, bi rêk û pêk muzîka xwe pêk neynin û loma jî van kilaman ji bîr bikin. Li ser vê yekê, piştî ku dawetên biorkestra, şûna densên tradîsyonel û dawetên ku bi tenê dengê mirovan hevaltiya wan dikir, girt, bîrên muzîkal yekcar qels û lawaz bûne. Heya bigire, ji ber vê hindê, qeydên nimûneyên dawetan ên li ber destê me, ne li ciyê xwe yê adetî, li malan hatin kirin. Her çend gava repertiwara arşîvê dihate amadekirin, me pircuretiya form û meqaman, cihêrengiyên şêwaza strandinê li ber çavan girt, me lorîk, kilamên tirî perçiqandinê û hin nimûneyên formên muzîkal, ku di civatên jinan de têne gotin, peyda nekirin. Dîsa mitribên ku di vê arşîvê de cî nagirin û wan stranên dahol û zirneyê, ku bêhtir li dawetên ertûşiyan têne gotin dibêjin, mijara lêkolîneke din in.

Bêhtirê stranên ku di albûmê di cî digirin, ji qeydên eşîrên pinyanişî, ertûşî û goyî hatin wergirtin, ku ji eşîrên herî mezin ên herêmê ne. Ji bo ku me nekarî em qeydên hêla Elkê, Şemzînan (Navşar), Gever û Elbakê peyda bikin, ku em wan di nava sînorên çandî yên Hekariyê de dihesibînin, van deveran di nava lêkolîna me de cî negirt. Nastûrî jî, ku heya sala 1924’an yek ji gelên herî mezin ên herêmê bûn, ji wê hingê pê de neçar mane ku cî û warên bav û kalên xwe cî bi cî bihêlin û îro hêdî li Hekariyê najîn. Ji ber vê çendê, me nekarî em li ser formên muzîkal ên wan bi têra xwe agahiyan peyda bikin. Ligel vê yekê jî, di nava pinyanişiyan de, ku tev de jiyane, me du nimûneyên muzîka nastûriyan peyda kirin. Ji van qeydan yek jê bi suryaniya rojhilat û kurmancî, ya din jî xwerû bi suryaniya rojhilat bû. Wekî din, ew sê stranên ku di sala 1972-1973’an de li Lubnanê, li Şahiya Aşûriyan a Muzîkê ji aliyê kildaniyekî hekariyî ve hatine gotin, ku me nekarî em navê wî peyda bikin, ji bo ku li ser danûstandina muzîka gelê kurd û aşûrî, ku tev de jiyane, agahiyê bide, me li arşîvê zêde kir. Armanca cîdayina du stranên Dengbêj Fadilê cizîrî jî ew bû ku hem danûstandina nava herêman hem jî rengîniya soz û awazan bê destnîşankirin.

Naveroka pirtûkçeya albûmê ji dîrokçe, pergala eşîran, komên dînî û etnîk û muzîka gelêrî pêk tê. Di beşa dîrokçeyê de, me hewl da ku em cî bidin serdem û qonaxên ku di dirêjiya dîrokê de girîng têne hesibandin. Lew re ne pêkan e mirov di pirtûkçeyekê de cî bide dîroka vê herêmê, ku bi hezaran salan gelên xwedî nasnavên cihê yên etnîk û dînî lê jiyane. Di beşên der barê jiyana civakî/çandî û formên muzîkal de agahiyên li ser goyiyan, bi kurtayî, cî girt. Ji bo ku çavkaniyên nivîskî yên li ser herêmê, ne bi têra xwe bûn, ew agahî û nimûneyên ku ji bo amadekirina pirtûkçeyê pêwîst bûn, me ji çavkaniyên devkî peyda kirin.

Ev xebata hanê, bi giştî li ser çanda gelêrî ya Hekariyê, bi taybetî jî li ser muzîka gelêrî ya Hekariyê wekî xebata destpêkê hatiye sazkirin. Ji xebateke metodolojîk û berfireh bêhtir, gaveke nefsbiçûk e, da ku ji bo xebatên tekûz û taybet aqil û dilêriyê bide mirovan û geşa wan xurttir bike.

SUNUŞ

Hakkari bölgesinin müziklerine yönelik ilk araştırma-derleme çalışmalarımıza 2001 yılında başladık. İlk derlemelerimizi Hakkari’nin merkezinde, sonraki çalışmalarımızı ise ilçelerinde yapma olanağı bulduk. Ayrıca son göçlerle İstanbul’a gelen bölge insanları ile de birtakım kayıtlar yaptık. Bunların yanı sıra bize ulaşan kişisel arşiv ve koleksiyonlar da, çalışmanın önemli bir bölümünü oluşturdu. Çalışma süreci boyunca bizi yönlendiren ve kitapçıktaki bilgilerin hazırlanmasında büyük pay sahibi olan sözlü kaynaklar da bu arşivin yaratıcılarından oldular.

Derleme yaptığımız dönemde Hakkari’nin köy ve zomalarına ulaşmak güçtü. Çünkü buralarda yaşayan insanların çoğu, köy boşaltmaları nedeniyle, ya Hakkari’nin merkezine ve ilçelerine ya da başka illere göç etmişti ve bu mekanlar büyük oranda insansızlaştırılmıştı. Doğdukları toprakları terk etmek zorunda kalan bu insanların şehirde müziklerini icra edebilecekleri doğal ortamlar azalmıştı. Bu durum derleme yapma koşullarını güçleştirdi. Özellikle divan ortamlarının azalması, bir çok destanı ve şarkıyı hafızalarında saklı tutan ses ustalarının bu müzikleri düzenli olarak icra edememelerine, dolayısıyla da bu şarkıların unutulmasına yol açmış. Geleneksel danslara sadece insan sesinin eşlik ettiği düğünlerin yerini, orkestralı düğünlerin almaya başlaması da bu duruma eklenince müzikal hafızalar iyice zayıflamış. Hatta bu nedenle, elimizdeki düğün şarkısı örnekleri doğal düğün ortamlarında değil, evlerde yapılmış kayıtlardır. Arşiv repertuarı hazırlanırken form ve makam çeşitliliği, söyleyiş üsluplarındaki farklılıklar gözetilmekle beraber, ninniler, üzüm ezme şarkıları ve  kadın ortamlarında söylenen bazı müzikal formların örneklerine ulaşılamadı. Yine bu arşivde yer alamayan ve daha çok Ertuşî düğünlerinde icra edilen davul-zurna şarkılarının icracıları olan Mıtrıplar ayrı bir araştırmanın konusudurlar.

Albümdeki şarkıların büyük bir çoğunluğu Bölgedeki en büyük aşiretlerden olan Pinyanişî, Ertuşî ve Goyî aşiretlerine ait kayıtlardır. Hakkari’nin kültürel sınırları içinde saydığımız Beytüşşebap, Şemdinli, Yüksekova ve Başkale’ye ait kayıtlara ulaşamadığımız için bu bölgeler araştırmamız kapsamında yer almadı. 1924 yılına kadar bölgenin en büyük topluluklarından biri olan Nasturiler ise bu tarihten itibaren yaşadıkları yerleri tamamen terk etmek zorunda kalmışlar ve bugün artık Hakkari’de yaşamıyorlar. Bu nedenle müzikal formlarına dair yeterince bilgiye ulaşamadık. Yine de müziklerine ait iki örneğe onlarla beraber yaşamış olan Pinyanişîlerde rastladık. Bu kayıtlardan biri  Doğu Süryanice ve Kurmancî diğeri de sadece Doğu Süryanicedir. Ayrıca, 1972-1973 yılında Lübnan’da düzenlenen Asuri Müzik Şenliği’nde, adına ulaşamadığımız Hakkari’li bir Keldani tarafından okunan üç şarkıyı da, birlikte yaşamış olan Kürt ve Asuri halklarının müzikal etkileşimine dair fikir vermesi için arşive eklemeyi uygun bulduk. Cizre’li Dengbêj Fadıl’ın okuduğu iki şarkıya da hem bölgeler arası etkileşimi hem de söz ve ezgi çeşitlemesini örneklemek amacıyla yer verildi.

Albüm kitapçığının içeriği tarihçe, aşiret yapısı, dinî/etnik cemaatler ve geleneksel müzik bölümlerinden oluşmaktadır. Tarihçe bölümünde daha çok tarihsel süreç içinde önemli sayılabilecek dönemeçlere yer vermeye çalıştık. Çünkü bin yıllarla ifade edilen ve farklı etnik/dinî kimliklere sahip halkların yaşadığı bu bölgenin tarihini küçük bir kitapçığa sığdırmak mümkün olamazdı. Sosyal/kültürel hayata ve müzikal formlara ilişkin bölümlerde Goyî aşiretine dair bilgiler sınırlı olarak yer alabildi. Bölgeyle ilgili yazılı kaynaklar sınırlı olduğundan, kitapçığın hazırlanmasında ihtiyaç duyduğumuz bilgilerin ve örneklerin büyük bir kısmını sözlü kaynaklardan edindik.

Bu çalışma, genelde Hakkari geleneksel kültürü, özelde de Hakkari geleneksel müziği konusuna bir giriş niteliğinde tasarlanmıştır. Kapsamlı ve metodolojik bir sürecin ürünü olmaktan ziyade, bölgeye dair yapılacak özenli ve spesifik çalışmalar için fikir ve cesaret verebilecek mütevazı bir adımdır.

PROJE KADROSU:
Vedat Yıldırım, Selda Öztürk, Serdar Özdinç, Neriman Güneş, Bülent Çetin, Aytekin Ataş

DERLEMELER:
İsa Karataş, Muhsin Kızılkaya, Serdar Özdinç, Bülent Çetin, Dilşah Özdinç, Seyda Goyan, Aytekin Ataş, Yakup Bilge, Vedat Yıldırım

KATKIDA BULUNANLAR

Yapım: Hasan Saltık
Mastering: Rıza Okçu
Grafik Tasarım: Ayşegül Özmen
Fotoğraf: Enver Özkahraman
Editing: Rıza Okçu
İngilizce Çeviri: Bob Beer
Proje Danışmanı: Muhsin Kızılkaya
Şarkı Sözü Çevirileri: Muhsin Kızılkaya
Şarkı Sözü Çevirileri: Ferit Altınsu
Kürtçe Çeviri: Kawa Nemir
Kürtçe Çeviri: Mazlum Doğan
Yapım: Kalan Müzik
Baskı: FRS Matbaacılık