Seydayê Muhsîn hûn dikarin hinekî behsa xwe ji me re bikin? We li kîngê, li çi tehrî dest bi şanuyê kir, ku derê xebatê we li ser şanuyê çêbûn? Şarezatiya we li ser kîjan aliyê şanuyê hene?

Hindek zehmete mirov behsê xwe bike, ez Muhsin Osmanim, xelkê bajêrê Dihokê/başûrê Kurdistanê me, min xwendinên destpêk navencî û amadayî li Dihokê tev avekerin û sala 1985 yê ez çûme zankoya Bexda li kolîja hunerên ciwan/beşê şanuyî/zarvekirin/lîstikvanî min teva vekir, min bêhtir dem û şiyanên xwe dayîne alê tîverî/rexneyî.

Destpêka min ya karên rewşenbîrî (edeb û hûnerî) piştî sala 1980yê dest pê kir. Min gotar û lêkolîn di kovarên Kurdî 'Karvan, Rewşenbîrî, Beyan, Serhildan, Biyav û Peyv'ê û rojnameyên Kurdî 'Hawkarî, Paşkoyî Îraq û Serhildan'ê da belav dikirin û çendîn sîmnar li ser babetên rewşenbîrî li Dihokê pêşkêş kirine. Li xwendegehên navincî û amedeyî me wek xwendekar car bi car bizavên şanuyî dikirin.

Li sala 1980ê min wek zarveker beşdarî şanugerya lêbuk dasitana Mem û Zînê diguhurît kir, ji amadekirin û derhênana Seîd Zengeney bû, lê mixabin ji ber çend egeran berî ku binerî 'temaşevanî' pêşkêşkeyin bi çend rojan hate ragirtin.

Li sala 1980ê min wek zarveker beşdarî şanugerya Bizav kir ji derhênana Azad Ebdula û ji nivîsîna Bayiz Emer bû bajarê Amêdiyê hate pêşkêşkirin.

Li sala 1986ê min wek zarveker beşdarî şanugerya Kilyopatra kir, ji amadekirin û derhênana Samî Ebdulhemîd bû, bi zimanê Erebî li Bexda hate pêşkêşkirin.

Li sala 1987ê min wek zarveker beşdarî şanugerya Qereman û Nivîser kir ji amadekirin û derhênana Mekî Qesab bû û li Dihokê hate pêşkêşkirin.

Li sala 1986ê me komekî 'Koma Şanuya Evro' damezirand û heta sala 1991ê ya berdewam bû û çend şanugerî û sîmnar ji layê me wek endamên komê ve hatine pêşkêşkirin, piştî hingî 1992 me 'Koma Şanuya Hevkar damezirand' û çendîn karên tiyurî hatine pêşkêşkirin.

Li sala 1992-1994ê wek mamostayê 'Peymangeha Hunerên Ciwan' beşê şanuyî min wanêyên dîroka şanuyî didan.

Li sala 1993ê ez hatime hilbijartin wek endamê komîta bala ya 'Yekêtiya Hunermendên Kurdistan'ê, li sala 1993ê bûme endamê 'Yekîtiya Nivîsarên Kurd' liqê Dihokê.

Min heta noke wek desteya/rêdaksîyona rêveberiya çendîn kovarên Kurdî kiriye, mîna kovara 'Nuyxwazî, Serhildan û Havîbun' ku nuke jî hêşta 'Havîbun' li Elmanya derdiket, car bi car lêkolînên rexneyî li ser edebî û hunerî belav dikim, ez li sala 1994ê wek penaber hatime Elmanya û heta niha li wir akencî bume.

Em dixwazin hûn hinekî behsa dîroka şanuya kurdan bikin...

Diyar e li Kurdistanê jî mîna hemî gelên din rewş û tîtalên li helketnên olî û netewî hatine kirin, evro em piraniya wan wek şanuya gelêrî navdikevin, çandî me ferhengek pir mezin ji hemî corên rewşenbîrî têde heye, lê mixabin em lê nebuyine xudan, her wekî Resul Hamze tov dibêjit 'li welatê me gelek romyu colit hene lê mixabin me çi Şeksipîr tunîn e'. Heke em dur vegerine dîroka degerê ji Sumerî, Ekedî, Babilî, Asurî, Mîdî û' Li ser sal û helketinên olî û netewî gelek şêwên şanugerya li wî demî ku bi kêmatî berî 3000 salan berî zayinî hatine pêşkêşkirin, mina şanugeryên 'Seyd û Ebd, Zîmara or û'' ku bûyine bigehê şanuya Yunaniya kevin, lê mebest ew nîn e em bêjin ev şaristanên kevnên deverê Kurd bun, belê em dişêyin bêjin em Kurd jî wekî netewên diyên deverê xwe bi mîratgirên wan şaristaniyan dizanin.

Lê şanugeriyên pirofisyonal bo cara yekê li gor jêderên berdest, şanugerya (Emîrî dîl) nivîsîna Nium Fethullah wergêran bo zimanê Kurdî û li sala 1905ê li Hewlêrê hate pêşkêşkirin. Bi kurdiya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, 'Memê Alan' li 1919ê bi Kurdî nivîsiye. (Silêmanî şanugerya împeretor 1922 û şanugerya yulyos qeysera Şekispêr (Komeley Zanistê Kurdan) 1927-1928) û (Mehabat Şanugerya Daykî nîştîman 1945). Mixabin bi vê pîvanê destpêka şanuya Kurdî na. Ê tê berî sedî bîstî'

Pêyva 'Şanu' ji çi hatiye:

Bo cara yekê helbestvan Mehewê zaravê tiyatro li dawiya sedê nozdê di helbesteka xwe de bikarîna:

'Dinya tiyatroye, mewestetiya, biro
kê maye weke nebubê tiyatro'

Gelek zarevên cuda bû şanuyê hatine bikarînan: 'piyes, diram, tiyatru, niwandin, temsîl, nimayiş' heta sala 1950ê Ebdullah Goran di dîwana xwe 'Firmêsek û huner' de, zaravê 'şand' bikarîna. Piştî hingî ev zarave kete ferhenga dîroka şanuya Kurdî. Lêbelê zaravê 'şanu' yê ji çi hatiye: Dr. Ferhad Pîrbal dibêjit: zaravê 'şanu' yê ji peyva 'şêninê yan şênino - Scene' ya Îtalî hatiye, bi zimanê Firensî û Îngilîzî buye 'sên ' Scene' heta evro jî car bi car di zimanê Farisî de bi 'sin' dihête bikarînan.

Hûn şanuyê bi zimanê kurdî pêşkêş dikin? We lîstikên xwe de, kîjan zaravayên kurdî xebitand?

Me li Kurdistanê şanu bi herdu zaravên serekê 'Soranî û Badînî' pêşkêşkirine, li dervêy welatî me şanu bi zimanê 'Kurdî, Elmanî û Erabî' pêşkêşkirine. Ew şanugeriyên hatine pêşkêşkirin piranî ji Erebî hatine wergêran yan amadekirin, hindek jî bi zimanê Kurdî hatibune nivîsîn û hindek têkist bi xwe biyanî 'Ewrupî/rojava' yî bun.

Li kîjan şanuyên qlasîk, bi kurdî hatiye wergerandin?

Şanugeryên klasîk heta niha me pêşkêş nekirine.

Li Kurdistana Başûr şanuya kurdî çiqas pêşde çûye û li ser çi alî berhem derdikevin? Kîjan hereman şanuya kurdî tê pêşkêşkirin? Hûn dikarin behsa xebatên amator û pirofîsyonel bikin? Vê lehzê aliyê şanuyê ve têkiliyên we li welat re hene?

Li Başurê Kurdistanê çend peymangeh û kolîjên hunerên ciwan hene, ji berhindê piraniya karên şanuyê bi şîwekê pirofîsyonal dihêne pêşkêşkirin, li wê derê têkistên xomalî hene û dîsan têkistên wergêran jî hene, diyare wek sedemekê civakî li herêma Suleymaniyê şanubi pêşdatire, lêbelê ev demekê dirêje ez li Elmanya dijîm, dur-nêzîk zanyarên min gelek li ser karên şanuyê yên noke li welatî dihêne pêşkêşkirin nîn e.

Hûn dikarin behsa xebatên xwe ye li Elemanyê bikin? Komeke we ye şanuyê heye? Hûn li ser kîjan babetan lîstikan çê dikin?

Li sala 1996 me komekî 'Civata revendiya rewşenbîrî' li Elmanya/Berlîn damezirandin û heta noke berdewame û çendîn şanugerî û sîmnar endamên civatê pêşkêşkirine. Ev şanugerên xwe re ji berhemê civata revendin: li sala 1995ê min wek zarveker beşdarî şanugerya koran kir, ji nivîsîna Morîs Matirlîng û derhênana Dr. Ewnî Kerumî bu, li sala 1996ê min wek derhêner beşdarîşanugerya xemên dînekî kir, ji nivîsîna Îbrahîm Selman bu, li sala 1997ê min wek zarveker beşdarî şanugerya zimanê çiya kir, ji amadekerên û derhênana Îhsan Osman bu, li sala 1998ê min wek çêgirê derhênerî beşdarî şanugerya gaziya bêdengiya lal kir, ji nivîsîna Mihyeddîn Zengene û derhênana Dr. Ewnî Kerumî bu û ev şanugerye li çendîn bajarên Elmanya û li welatê Holenda jî hate pêşkêşkirin, li sala 2002ê vê şanugeryê xelatê baştirîn zarveker li fîstîvala siyê ya şanuya Kurdî li Elmanya/Vopêrtal wergirt. Şanugerya Sitraniya Sayka nivîsîna Çîkuv û derhênana Bekr Reçîd 2001, li Berlîn hate pêşkêşkirin.

Li sala 2003 şanugerya Govend nivîsîna Çîkov û derhênana Îhsan Osman, li Berlîn hate pêşkêşkirin, li sala 2004 şanugerya Civaka Derkirtî nivîsîna Sarter û derhênana Îhsan Osman, li Berlîn hate pêşkêşkirin, li sala 2005 şanugerya Seet 4.48 nivîsîna Sara Kîn û derhênana Îhsan Osman, li Berlîn hate pêşkêşkirin.

Em ya dizanin we Amedê xebateke atolyê çêkir. Hûn dikarin behsa armanc û babeta vê xebatê bikin? Çend roja kişand, çiqas mîrov beşdarbûn?

Ez du hefteya li bajarê Amedê mam, min ders li ser şanuyê didan, diyare armanc jê pêşxistina warê rewşenbêtî ye, nêzîkî 30 kes beşdar dibun, di warê rewşenbîrî de encam ne mîna karekê bercesteye mirov zu wergirêt, belku bizava fikr û hizr bi derbazbûna demê xuya dibit, vîstîval û bizavên çandî bû rewşenbîra mîna govendê giyanê mirov pê germ dibit, ta hindek caran mîna derwêşan mirov di rewşên wisa de bi giyanê xebatê serxweş dibit.

Hûn encama vê xebatê, vîstîvalê û Amedê çawa dinirxînin? Pêşnîyazên we'

Dema mirov li ser şanuya amadê yan Bakurî baxivît, divêt mirov dur-nêzîk li ser rewşa siyasî, civakî, aborî û' rawistît, ev şanuya kiza li Amedê yan li Bakurê girêdayî azadiya fikr û ramanê ye, li netewekî her tişt qedexe bin û ji wan jî ziman, dê çewa şanu pêşda çît. Amed bi gel û xelkê xwe ve buheşteka dilovan e, anku her tişt li Amedê heye lê mixabin zimanê Kurdî nîn e! Ev gazinde jî ji xelkê nahête kirin, belku ji ber pirsan dihête kirin. Lê belê dilê gelî gelekê germ e, zemîne gelek baş e, ku barê rewşenbîrî li vê deverê berv pêş biçît, herwekî gotineka latînî dibêjit: 'hindî mirov nefesî biket, her mirovî hîviyên heyin', bi vê moralê me hêvî yên bi vî gelî heyin, ku di hemî waran da pêşda biçît.

Derbareyi vîstîvalê, ev bizave li ser gelek çaxan parve bibu, şanu, şêwekarî, leyzîn/reqs, sitran, muzîk, simînar, govend û' jiber hindê her beşek ji van derfeta axiftin û rexnê heye, bi başî û xirabî, vesa xuyaye di vê warî de serbura kesên amadekar gelek mezin nebu, lêbelê divêt wêjî bêjîn kesên amadekar mîna 'serbazê win' kar dikir û cihê supasê ne.

Pêşniyar ew e bizavên wisa li gor şiyanên aborî û siyasî zu bihêne kirin û kesên pispor di beşên xwe de amadeya karê biken û her bizavek tenê li ser curek rewşenbîrî bit, dîsa kesên neniyasên berî hingî çavpêketin li rojnama li deverê bihête kirin da xelkê berî karê wî bibînin, binyasin. Her wisa piştî pêşkêşkirina şanugerya kesek wek simînar li şanugeryê biaxivit, her wesa dabaşkirin hebît li ser alê tîwirî û perakitîkî, çunkî bi hizra min bakur pitir pêwîstî aliyê tîwiriyê şanoyê ye, li ser vê bizavek bihête kirin, dê encam di baş bin. Cihekê giringê mîna Amedê kesekê pisporê derçuyê şanuyê bît, xwe li şanuya amadê Kurdî nekiriye xudan.

Bi rastî evro Kurd ji her demekî pitir pêwîstî hişyariyê ne, eve jî bêy xebata rewşenbîrî nabît, bi rêka xebata rewşanbîrî mirov berî her kesê xwe dinyasît û dost û dujminan jî jêk cuda diket, mixabin ta evro jî eve nehatiye kirin'


Transkrîpsîyona tîpên latinî: Abdusselam Bêcirmanî