Ji hêla cografîk, li herêma Mêrdîn, mirov dikare çêla sê navêndên bajarî bike:
• Ji vana ya ewil bajarên Mêrdîn-Midyat-Nisêbîn e. 
• Ya duda li ser çemê Dîjleyê, cihê derbasbûniyê –ji ber ku Qefqasya, Îran û Mezopotamya bi hev girêdide- û di çaxa navîn de yek ji navendeya mezin Hesenkêyf e. 
• Ya sisya jî, Cizîr e ku ji aliyê iktisadî, siyasî û çandî ve eşîrên herêmê beralî dike.
Her sê bajarên di navenda ewil de, di dîrokê de bi piranî bûye navenda Xirîstiyaniya Rojhilatê. Hesenkêyf dewra xwe ya herî baş weke navenda Îslamê dîtiye. Li aliyê din Cizîr jî, di nav têkiliyên civakên eşîrên koçber û şivan ên Kurdan de weke bajarekî girêdanî cihkî girîng distîne.  
Herêm, gelek komên dînî/etnîk ku di destpêka dîroka mirovayiyê de cihkî gelek girîng girtinin, dîtiye. Herêma ku zimanên Hind-Ewropî lê tê peyvandin û herêma ku zimanên Semitîk tê peyvandin, li Mêrdîn dikevin nav hev dû.   
Herêma Mêrdîn ji aliyê çand û tevgerên politîk ên Kurda cihkî gelek girîng distîne. (Y)êzidîtî ku ji terefî hinkan weke “ji riya Îslamiyete dûr/derketin” tê dîtin û ji aliyê hinekan jî weke “olê Kurda” tê dîtin, hêj şopên xwe li vê herêmê diparêze. Destana ku wekî berhema çanda edebiyata Kurd a herî girîng tê zanîn, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ji Cizîrê derketiye. Her wiha, serhildana Bedirxan ku di dîroka serhildanên Kurdan cihkî sereke digre li vê herêmê qewimiye.    
Gelek bawerî û olên arkaîk, demeke dirêj bi hev re jiyane. Di nava vanan de Şemsîtî (Ermen) ku weke “olê hebandina roj û agirê” tê zanîn, Êzidî (Kurd), hin mezhebên Xiristiyan û Îslamê û her wiha Cihû jî hene.
Suryanî, Keldanî û Nastûrî piranî li Midyatê û her wiha jî Idil, Silopî û navenda Mêrdîn dijên.
Ermeniyên Katolîk ku îro tenê bi çend malbata têne temsilkirin li navenda bajarê Mêrdîn dijên. 
Civaka Ereb a Sunî (Henefî) piranî li herêma rojavaya riya Midyat-Nisêbîn û her wiha li aliyê başûrê riya Midyat-Savurê (Stewr) dijên.
 
Niha li Mêrdîn koma etnîk a herî qelebalix Kurdên Sunî ne. Komek din ku weke Kurd tê zanîn jî Êzidî ne. Komên Kurd piranî binyatên eşîrî ne û gelek têkiliyên ev eşîran bi Sûriye, Iraq û heta Îranê jî hene.

* Ev kurtenivîs ji kitêba Suavi Aydın, Mardin: Aşiret, Cemaat, Devlet, Tarih Vakfı Yayınları. 2000, hatiye berhevkirin.