Şivan Perwer li muzîka kurdî de herî hunermendekî xebatkar û navdar e, muzîka kevneşopî aliyê qayde û temayê ve hildaye kiriye navbera berhemên xwe û ji bo rojanebûna  vê kevneşopiyê jî berhem derxistine. Li vî alî ve awayekî ‘neo-qlasîk’ afirandiye; ji bo vê jî besteyên wî yên  mînanî Xanima min, Lê Dotmam aliyê gel ve berhemên gelerî tê zanîn.

Kevneşopîya dengbêja ya bûye cîhderka çanda kurda ya devkî, Şivan Perwer nava jîyana malbata xwe de nas kir. Gundê Sorê li Sîwerekê kalikê wî yî bilûrvan û dengbêj  meclîsên dîwan de Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal  û mînanî van destan û lawjeyan dibêje, Şivan jî li ber van mezin dibe:’... Dengxweşê me pir bûn, malbata me jî hemû dengxweş bûn, derdorê me jî wisa bûn. Me ji dengxweşiyê û hunermendan hez dikir; komikên muzîk û bilûrvanan, şivanan û derweş û her şêwe muzîkar dihatin cem me û diçûn. Oda me ya rûniştinê ya li gund gelek fireh bû, bavê min ji şivanan hez dikir, bi wan re rûdinişt, dûr û dirêj distiran, çîrok û xemîşok digotin. Huner­mendan, çîrok û destanên kurdan yên kevn bi seatan distiran. Ez zarok bûm, min guhdarî dikir, hetanî nêzê destê sibê di nav wan de rûdiniştim. Dema ku min guhdarî sitranekê dikir, min ew hemû di yek carê de hildida, ew di serê min de rudinîşt...’

Li salên xwe ya zanîngehê de Enqerê tevgerên polîtîk jî dinasîne. Li salên 70’an de ligel Malbendên Çandîyê  Rojhilata Şoreşger (Devrimci Doğu Kültür Ocakları) ve civata kurda de jî polîtîkayê de geşbûn destpêkiriye û beşa xwendî-nivîskar  jî li gorî ramana sosyalîst ve li ser  pirsgirêka nasnamêyê de, dest gengeşiyê kirine. Bi taybetî serokatiya Ho Şî Mîn de tevgera Vîetnamî ya dijî Frensî û Emrîkî destpêkiriye û ser helbestên Cegerxwîn jî rayedar  bûye; li ev helbestana   berhemên Şivan de jî cîh digirin. Demên  ku Enqerê tê Sîwerekê Şivan bi hevalên xwe   dicive , li van hawira de berhemên xwe ye polîtîk tomarî têyîba xwe dike û van bandan hevalên xwe belav dike.

Li xêza jîyanê de ev rasthatina gund-bajar, dê li ser berhemên wî de  ji tesîr çê bike. Şivanê ku hêstên xwe ya polîtîk û rojane  bi awayekî hostayî dikare têxe nava temayên devki yên  kevneşopî, êdî dixwaze mîsyoneke hunermendî li çê bike.Li vê mîsyona xwe bi rastî bernavka xwe de nîşan dide. Hunermendê ku navê wi ya rastiyê de İsmaîl Aygun e, çima ku navberka ‘şivan’ dixebitîne, riste ya Ez dilgeşê canim’de waha tîne ziman :

Ez dilgeşê can im
Ji dozê re Şivan im
Saza’m ne kevnar e
Ez hine yê bêzar im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im...

Xebatên Şivan yên wexta yekemîn de hundirê gotinê de ‘bêriya kurdan ya azadiyê’ derbas dibe. Li vî alî de mûzîkên xebatên nû an aliyê Şivan ve hatiye çêkirin an jî xwediyê wan muzîkdarên kevneşop yên mîna M.Arif Cizrewî’ne. Li cîhderka wajeya van nivîsa dorhêla malbatê de gotinên epîk yên  hişê wî de mane û tomarên ku Radyo ya Bexdayê de amade bûne, mînanî Kawis Axa, Meryem Xan, İsa Berwari, M. Arif Cizrawî  hildide. Hunermendê li Kurdîstana Başûr  Tahsîn Taha li vî awayî de muzîka kurdî de mînakên nû dide (Rabe Cotyar...hwd). Tema û qayîdên muzîkê kevneşopîne lêbelê gotin dorhêla polîtîk re tê şandin:

Rabe Cotyar ( Tahsîn Taha)
...
Hûn bikin gelî cotyara
Tovî bavên van beyara
Erdê weye yê kesî nîne
Nede ne bi zalimê cara...

Lê Dotmam’ê de xortê şoreşger dotmama xwe ya evîndar re namekî dişîne û gazincê xwe rewşa kurdan tîne. Evîna xwe ya dozê li ser evîna dotmama xwe digire:
...
Dotmam tu pir şêrinî li ba Şivan
Lê niştiman nadim bi hezar yaran...

Li mînanî gelek muzîkvanên kurd, welatê xwe dibeşîne sembola “dayîkeke” zayedar û bi bereket. Hunermend, ber vê de  jî êşên  jinan ya ku civaka kurdan de dikişînin tîne ziman.

Li ber vê de Şivan Perwer helbestvanên  mînanî Cigerxwîn yên serîkêşên helbestên kurdan ya polîtîk tesîrdar bûye, him helbestên wan helbestvanan him jî nêzîkî vê şewazê gotinên xwe muzîka xwe de bi kar aniye. Gotinên ku bin tesîra Cigerxwîn de nivîsiye de, wê dewrê de hessa tekoşîna hebûn-tunebûna kurdan cîh digire. Ya ku helbestên Cigerxwîn de gelekî tê xebitandin û vegotina wê ya ‘ez’ e ( Jîn û Hebûn, Ez Mîrovim, Gula Rojhilatim...  hwd.) li van gotinan de  ( Ez Dilgeşê Canim, Hevalê Bargiranim... hwd.) hebûna kurdan dixwaze bangî hemû cîhanê bike.

Li nûcar xebata hunermendê ku gotinên Cigerxwîn bi kar aniye, awaza wî ya Ferat e. Lê belê ser nivîsê henek mudaxale lê  aniye. Çimkî gorî wî yên hatinen jiyandin, tenê şayesekirin têrê nake û divê ku hinek tişt bê kirin. Bi vî awayî Xabur’ a rêzeyên Hozan de dinale, pê gotinên Şivan yên  sitemkar ve gazî serhildanê kiri bû:
...
Ferat li nava welatê dihere
Li ser te jî danîne mayin û bombe
Tu çawa tehamul dike
Ferat tu Kurdî, lê Kurdî behiş î...

Gotinên wî yên ewilî de, li wê dewrê de herî zêde xwediyên  kesatiyeke sosyalîzan e, bilêvkirinên polîtîk yên  tevgerên kurdan cîh digirin. Kesatiyên bingeha  ev tekoşîna ku mafê gelan ya tayinkirina çarenûsa xwe de avabûyî  alîkî ve ne kifş e. Eynî mîna ku Gelî Şoreşvan’ê   de gotina ‘gelê şoreşvan’ dema ku rewşa kurda ya civaknasî dida ber çav, dûrî rastiyê bû. Lê belê van xebatan de bersîva pirsa tekoşîneke çawa, zimanekî wêjeyî nede jî kurdan de bo azadiyê û jê pirsîna rewşa xwe de hestyarîk çêdikir. Muxatabên ku bi hev re hesab bibînin mîrên feodal yên kedxwar, sermayedar bûn û hê temayên ku cudadîtina etnîkî ya ser kurdan dûçar dibe re nedihat rast hatin (Çîroka Apê Misto—Bilbilo, 1983):
...
Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xekê xwe melis diko...
...
Min gelek tişt jê re got
Dil û ceger li min bûn sot
Go belê weke te
Lê Misto bûye gayê cot...

Pergala feodal ya Lo Misto  de tê behs kirin, ligel bi makînebûnê ve ( şixulandina traktoran…..hwd) yê pirsgirekên nû derxe; hewcetiya hêza mîrovan yê kêm bibe, li vê carê jî ji bo derfetên karên nû  koçberiyên dê destpêkin. Ev rewşa ku jiyana civakê de cîh girtîye ya karkerên demsal yê Şivan re jî bibe yek derdekî:

Xwedêda( Hay Dil-1980):
...
ez girînge ji ber zarokan herim Edenê
herim bixebitim
...
lê taraktor hat, pariyek nan jî ji me ra nema...

 

Hunermendê ku Lo Misto’ de hundirê tîpê de şewaza vegotineke îronîk gelemşe dike, li paşê jî xebata xwe ya Newrozê ku ji bo zarokan çêkiriye ve li vê carê jî kesatiya teatral ya ku şewaza vegotinê de hebû, destana kurda ya hebûna Destana Kurdî de bal dikişîne. Bi rastî nû car xebata wî ya ku ev şewaz hatiye ceribandin xebata Kîne em e (1978). Gotinên Cigerxwîn yên protest, hunermend awayekî ajîtatîf şîrove dike, xebata ku piranî resîtatîf ve gotinên ‘kart-kurt’, ‘kurdên bi doçik (kuyruklu kürt)’ re meydan dixwîne. Hebûna qaydê stranê jî destekî azad daye naveroka gotinên polîtîk, azad hîştina prozodiya bi gotinî ve awazên zêdetir gotinan hildide navendê. Şivan dem tê nivîsa resen jî mudaxale dike; bi nemaze Cigerxwîn de ya ku bi rûmetên feodalizmê der hatiye hêza tekoşîna li ser “hêma mêran” ve îfade kirî re serî bilind dike û Şivan tekoşîna ligel mêr û jinan diparêze. Rêzeyên Cigerxwîn’ yê “dixwazim wek mêr; dixwazim wek şêr” ev rêze li awayekî “dixwazim jin û mêr; dixwazim wek şêr” hatiye mudaxale kirin.

                                                     ******

Li wextên herî paşê de (nemaze ligel albûma ‘Xewna min’ ve) heçar welatan de parçebûna kurda jî muzîka xwe de dişixulîne Şivan, gotinên Xewna min’ de vê rewşê waha tîne ziman:
...
ew çi xewnek şêrin bû
Kurdîstan rizgar bibû...

Lê ev xebata xwe ya ku derdên xwe qehremanên dîrokî ( Seyîd Riza, Elîşêr) re dibêje de erdnîgariyeke kurdan a gelemperî şayese dike.Hozanê ku Mehabadê, Berzanê, Duhoqê digere wan deran pêşmergeyan dibîne û wana re slav dişîne. Ji xwe ketina wî ya Tirkîyê jî dijwar e. Li vê wextê de herî zêde rûyê Şivan berve kurdên başûrê ye, tesîra Şerê Kendavêyî ku hilweşandina ser kurdan çêkiriye ve şaxesera ku mînanî Helepçe’yê  afirandiye û Lêxin Brano ve jî degel daye pêşmergan. Lê belê van nivîsa her herêma kurdan angorî xwe şîrove kiriye. Bi taybetî Canê Canê bûye marşa mîtîng û meydanan.

Gorî Şivan, li ber xewna ‘yekitiya kurdan’ de herî astengiya girîng, hevxistinên li nava derdorên kurda yên polîtîk de çêdibû. Strana wî ya Me çi kir wexta ku hatiye weşandin, bûye sedema berteka jî, li eynî demê de hêvîkirina ‘dewlet’ ê nû car vê xebata xwe de aniye ziman. Xebata xwe ye Laz û Kurd de gazî dîyaloga nava gelan nîşan dide van gotinên xwe ye nakokî ve:

Me Çi Kir
...
Bawer bikin bi gelê xwe
Da em welêt ava kin...
...
Karê me Kurdan ev e
Xebat û keyf û şer e
Huner çek û çeper e... 

Laz û Kurd
...
bilbil wê bişkîne qefesa zêrîn
ji bo Derya Reş, bo Gola Wanê...

Ya Star’ê de ev hîssadariya wî didome:
...
Çı zaza, çı kurmanc, çı soran
Qedera me yeke hey hewar
Kurdistanê perçe neke...
...
Daxwaziya me em bibin dewlet...

Ya Star eynî demê de, ew pirsa ku Kîne Em’ ê de  çend sala berve hatibû pirsîn ji bo Şivan, 90’an de bersîveke muzîkal bû:

Kîne Em (1979):
...
Kîne em?
Kurde serfraz
Dijminê dijmin
Dostê haştixwaz
Ez xweş mirovim
Ne hirç û hovim...

Ya Star (Ya Star-1995)
... Dibejin hun nebune millet,...
... Dibejin diroka we nin e...

Li derfetên Şivan yên vegotina wêjeyî jî vî wextî de freh bûne. Li nivîsan de fesanên kevneşopî re şandinan dike, kesatiyên taybetî diafirîne. Xebata wî ya 1985 an Dilê Min Bû Behra Belek (Dotmam-1985) de eşqa xwe dişibîne eşqa Sîyabend û Xecê:
...
Li ser serê Sîpanê
Xwezî bi Siyabend û Xecê dimîne li ser Sîpan ê
Cîran merheme dilan...

Carna jî mînanî ku ya Dîlberê de kiriye, ‘Lê Dîlberê’ ya hozanê kurd Feqiyê Teyran re şandinan dike, miradê hizkiriya xwe re hêvîbûna xwe ye bi sebr tîne ziman.
...
Ji evînê nayêm derê
Ji bo xatîrê Feqiyê Teyran
Carek were vê derê...

Li nivîsên ku mînanî Bêje Heval yên ku kesatiyeke vegotî dikişînin awayekî muzîkal jî kifş kiriye, digel muzîkvanê kurd Dilşad Said ku demekî Orkestra Qralîyeta Iraqê de keman lêxistiye re xebatên senfonîk jî çê kiri bû. Şivan Perwer salên dirêje li Ewropayê dijî. Li pê xeyalê rojekî bizivire welatê xwe, rû û berhemên xwe her dem berveyî axa xwe kiriye. Ji bo vê jî jiyanên kurdên Ewropa, rastiyên civaknasiyên wan erda, wî jî mînanî gelek hunermendên din zêde guh nedayê. Xebatên xwe ya mînanî Delalê de tenê behsa êşa xerîbiyê  awayekî mazlûmî aniye ziman. Lê belê alîkî din ve Ewropa’ yê êdî jiyaneke nû tê daxistin, li demekî ewên ku xeyalê ku yên bizivirin welatê xwe ve dijîn êdî dizanin ku tu car nazivirin. Vê ramanê kurdên ku metropolên Tirkiyê de dijîn jî em dikarin bibînin. Dewsa ramanên nostaljîk gelo ramanên ku rastiyên jiyana nû re rast tê, emê bikarin ava bikin? Çimkî heta ku nekevin nava vê naveroka teze li ser vir berhem dayin jî tu rastiyeke wê ya camidî yê tunebe.

Şivan Perwer- dîskografye:

 

Çavkanî:

Gündoğar, Sinan: Üç Kürt Ozanın Hikayesi- Sî Yayınları,2001
Baksi, Mahmut: Şivan
Cegerxwîn: Kîne Em- Pelê Sor,1991
Cegerxwîn: Aşitî- Avesta Yayınları, 2000
Rezoyê, Osê: ‘Cegerxwîn’, Kovara Bîrnebûn
Bayrak, Memet: Kürt Halk Türküleri- Özge Yayınları,1991
Kaya, Ferzende: ‘Were Dotmam’-Kovara Esmer, Haziran 2006
Korkmaz, Mehmet: Özü Kürt Sözü Türk
Brunissen, Martin Van: Kürdistan Üzerine Yazılar- İletişim Yayınları, 1993