Di vê nivîsê de; ez dixwazim tecrubeyên xwe yên min di projeya ‘Kardeş Türküler’ de bi dest xistiye bi we re parve bikim. Lê belê; hewmên (agahiyên) ku ezê li ser bisekinim ne akademîk in, daxwaza min ew e ku ez çend pirsan derxînim holê û em bi hev re li ser van mijaran muneqeşe bikin.

Ewil; divê em çarçoweya nêrînên xwe diyar bikin da ku pirçandî û rengîniya  xwe bi şêwazeke rast û zelal binirxînin.

Berî her tiştî; ji bo nêrîneke rengîn divê  xerîteya çandî ya warên me were amade kirin. Lê mixabin, li Tirkiyê li ser vê mijarê bi awayekî pirçandî nehatiye sekinîn. Rêxistinên kurdan jî di vî warî de karên sîstematik û dûdirêj nedomandine. Berhevkirina dans û muzîka gelêrî,  berhavkirina xebatên dîroka devkî û wêjeya devkî bi awayekî belawela û bênîzam berdewam bûne.

Niha; li gor vê nêrînê; emê li ser çend mijaran bisekinin:
- Divê xebatên me ne di  sînorên sîyasî,  di sînorên çandî de bidomin. Bi rastî jî, berî qirna netewedewletan warên me li gor vê hişmendiyê hatibûn binavkirin. Weke mînak; herêma Serhedê, herêma Botan… Gelo bi pêdiviyeke çawa ew herêm wisa hatine binavkirin: ji ber ku devok, muzîk û folklorên gund û bajarên van herêmên ku bi navekî hatîbûn hesibandin hevpişk in. Mînakek din em bidin; Di navbera Diyarbekir, Elezîz, Meletî û Sêwasê de ji aliyê şêwazên mûzîkê, xetek an jî hewzeyek bi navê ‘İncesaz’ê tê zanîn.

- Binavkirinên etnîkî yan jî olî –mînak, rojhilata navîn warê misilmaniyê ye yan jî warê Ereban e- jî nêrînên me teng dikin û dişibînin hev… Ji ber ku li Mezopotamyayê; gelek netewe û ol bi hev re dijîn.

- Ji aliyê din; li vê erdnîgariya çandî ku em behs dikin; divê li ser tevgerên koçberiyê, tevgerên desthilatdaran û tevgerên li ser jiyana mirovên herêmê têsîr kirine lêkolîn were kirin. Mînak; berî êrişên Yavuz Sultan Selîm herêma Dersîmê û  herêmên ku Elewî lê dijiyan di bin serdestiya Sefewiyan de bûn. Ji ber ku li vê herêmê bi piranî Elewî dijiyan, gelê vê herêmê bi  Îranê re tekilî danîbû. Pişt re Osmaniyan ew war dagir kir û gelek zordarî kir. Çima em van buyerên dîrokî dinirxînin? Armanca me ew e ku em fehm bikin, gelo tekiliya Elewiyên Dersîmê û Ehlî Heq’an yên ku li Îranê dijîn heye yan na. Ji ber ku, meqam û rîtmên Ehlî-Heq’an û Elewiyên Dersîmê û Meraşê carinan dişibin hev.
    
      Ji ber vê yekê; ne mumkun e ku Mezra-Botan ku gelek çand û ol hebûna xwe bi awayekî  hîbrîtîk didomînin bi navên yek-etnîkî yan jî yek-olî werin binavkirin.

- Ji bo têkiliyên çandî  têsîra (erka) hozanên gerok jî gelekî girîng e . Ji ber ku, ev hozan li gelek herêman digerin û yek caran muzîk û wêjeya herêmên biyanî tînin herêmên xwe;  vê danehevê li gor xwe şîrove dikin û bi şêwazeke nû tevlî çanda xwe dikin.
                                                   
                                                             **************

Belê; niha emê li gor vê çarçoweyê li ser çend herêman bisekinin:

Ne mumkun e ku li Mezra-Botan Kurd jî di bin têsîra çandên derdora xwe de nemînin.
Kurdan jî bi gelek gelên din re jiyaneke hevpişk ava kirine. Ji bo baş were fehmkirin, emê hinekî li ser sîstema eşîran bisekinin: Di nav konfederasyona eşîran de eşîrên ne kurd jî hene- weke mînak, berê li Hekariyê, eşîrên Nastûriyan ku ji neteweya Asûriyan tên jî cih digirtin.
 
Ji xeynî vê; Li Hekariyê Kurd û Nastûrî dawetan bi hev re pîroz dikirin. Ne xerîbê govend û muzîkên hevdu bûn… Cil û bergên wan jî weke hev bûn, tenê li ser Nastûriyan  perî (konik) hebûn. Di vê rewşê de;  ne mumkun e ku di  navberê ritm û meqamên Kurdan û Nasturiyan de têkiliyek çê nebe. Kurd di cejnên girîng de diçûn seredana Nasturiyan, Nasturî jî diçûn serdana Kurdan. Em dikarin bêjin; ji aliyê meqam, ritm, û şewaza vokalê, cudahiya muzîka Hekarî ya di nava mûzîka Kurdan de ji wê têkiliya çandî ya bi Nasturiyan re tê…Bi taybetî forma şeşbendî tenê li Hekarîyê tê dîtin û mirovên Nasturî jî vê formê bi kar tînin. Li gel vê; Yermenî jî li vê herêmê jiyane. Kêm be jî, îro em dikarin bigihêjin stranên Nasturiyan lê mixabin şopa çanda Ermeniyan li Hekariyê qet nemaye.

Em dikarin pirçandiya Hekariyê bi awayekî giştî wisa binirxînin: Çanda vî  warî û herêma Botanê bandor li hev kirine  û gelek stranên hevpişk  çêbûne. Li jêr -başûr- li  herêma Behdînan jî çandeke hevpişk  tê xuya kirin û şêweyên van  her du herêman dişibin hev. Ligel vê şêwe û mûzîkên Uludere’yê gelek cuda ne. Li gor agahiyan, gelên vî warî ji Îran û Başûr  koçber bûne û hatine vir.
Wexta ku me li Hekariyê stran berhev dikirin, me dît ku gelek dengbêjên vî warî  ji xeynî dengbêjiyê hafiziyê jî dikin. Şêwazên wan ên  strandina ayetân têsîr li şêwazên strandina stranên gelêrî kiriye. Di bin têsîra meqamên Kuranê de jî mane. Em dikarin bêjin ku ew meqam bi Ereban -ku ola İslamê anîne vê hwerêmê-  gihiştine vê derê. Ev bandor li herêmê Sêrt û Bedlisê jî tê xuyakirin, bi taybetî jî di nava stranên olî de…

Li vê herêmê tevgerên terîqetan û ji ber vê yekê jî muzîkên mîstîk gelek xurt in. Terîqetan dikaribûn bi hêsanî di nava mirovên vî warî de ola xwe belav bikirana. Ji ber ku, ev herêm cihekî ewle bû û ji bandora hukumetan jî dûr bû.  Berê  danûstendina  navbera vê herêmê û Îran û Iraqê gelo çawa diqewimî û vê tevgerê bandorek çawa li  muzîkên vê herêmê dikir…Divê lêkolîn were kirin.
Hûn jî dizanin, medreseyên herêmê ji bo pêşketina çand û zimanê kurdan rêxistinên herî girîng bûn. Ji xeynî zimanê Farisî û Erebî, perwerdeya zimanê Kurdî jî li van medreseyan hatibû dayîn. Berhemên helbestvanên Kurd ên wekî Melayê Cizirî, Ehmedê xanî, Feqiyê Teyran hatibûn  xwendin. Dersên ‘tîlavet’ê  hatibûn dayin ku şagirt meqamên Quran’ê hîn bibin. Li gor çavkaniyan Helbestvanê navdar ê Kurdan Feqiyê Teyra di bin têsîra wêjeya Îranê de maye , bi taybetî jî di bin bandora feriuddin Atar de. Helbestên Feqiyê Teyra di nav  Êzidiyan de bi awayekî devkî tê zanîn .           
Li gel vê yekê; berî avabûna sînorên siyasî, xelkên vê herêmê ji bo danûstandinê yan jî ji bo tenduristiyê  diçûn bajarê Urmiyê yan jî Musulê ku ev bajar ji Wan û bajarên din nêziktir bûn. Loma, divê têkiliyên bi Îranê re yên di wî wextî de  were kolandin.

Li Hekarî û li parçeyek Wanê, du eşîr gelek xurt in. Pinyanişî û Ertuşî. Eşîra Pinyanişî hinekî ji Ertuşiyan muhefazakartir e. Di  Dawatên wan de tenê dengên însanan tê bikaranîn û govend tê gerandin. Lê, di dawatên Ertuşiyan de dahol û zirne jî  cihê xwe digirin. Kesên ku li van enstrumanan dixin mitrib in û bipiranî ji herêma Botan têne vir. Ew ji neteweya Qereçiyan (Romanan) tên û  Qereçî bi  Poşayan- li herêma Yermeniyan wisa tê binavkirin-  re merivên hev in. Ew gel di nav Kurdan de asîmîle bûne û bi kurdî diaxivin. Wan ziman û muzîkên xwe mîna Qereçiyan  neparastine. Lê em nizanin ku wan têsîrek çawa li muzîka Kurdî kiriye, ev jî  divê were kolandin.
Mitribên Botan- bi taybetî li Merdînê- li ribabê dixin. Çima ribab tenê li vê herêmê ji alî  mitriban  tê bikaranîn? Ev enstruman di  muzîka Osmaniyan de jî heye? Ev jî pirsek e…

Digel vê; li van herêman  li Radyoya Yerîvanê jî tê guhdarkirin. Di repertûwara vê radyoyê de şêwaza Serhetê xwedî cÎhekî girîng e. Em dikarin bêjin ku bi  saya van  radyoyan( Yerîvan, Bexda) di nava kurdan de repertûwareke  hevpişk  avabûye.
Dengbêjên Hekariyê  jî digel repertûwarên xwe repertûwara Serhadê  ji  vê radyoyê yan jî bi tekiliyên bi bajarê Wanê re hîn bûne.
Radyoya Bexdayê jî xizmet daye pirçandiyê. Gelek stranbêj û dengbêjên kurdan bipiranî ji ber sedemên siyasî  koç kirine Başûr û beşdarî bernameyên Radyoya Bexdayê bûne. Enstrumantasyona van stranên kurdî ku di vê radyoyê de tê lêxistin di bin bandora Muzîka Erebî de ye. Amurên têne bikaranîn ‘incesaz’ in, wekî keman, ûd û timpilkê(darbiqe) . Sounda wan a Rojhilata Navîn e lê yên ku îcra dikin karakteristikên (taybetmendiyên) mûzîka kurdan jî dizanin.
Li vir ez dixwazim li ser mijareke din bisekinim: Peyva ‘Muzika Erebî’ ku em bi kar tînin jî bi pirsgirêk e. Ji bo gelek însanan Rojhilata Navîn tenê warê ereban tê hesibandin. Ji ber ku gelek însan di bin têsîra oryantalizmê de ne. Li rojhilata navîn ji xeynî îslamê gelek olên din jî hene, ji  xeynî Ereban; Asurî, Yermenî, Cihû, Nusayrî…hvd.

Şêwaza ‘İncesaz’ê ku şêwazeke bajarî ye- li bajarên  Harpût-Elezîz-,Diyarbekir, Meletî, Sêwas û Rihayê  jî xuya dibe û ev xet bi navê ‘Xeta Încesazê ’ tê bikaranîn.  Derdora van  bajaran berê jî kozmopolît bû-Suryanî, Yermenî, Tirk, Kurd-  bipiranî  li gund û zozanan-, mamûrên Osmaniyan hemû bi hev re dijiyan. Bajarîbûn li wan deran gelekî kevnar e. Bi Stenbolê re jî têkiliyên çandî û rewşenbîriyê  xurt bûn, mamûrên Osmanî diçûn û dihatin… Van mamûran bi devlemendên vî warî re li gor zevqên xwe  şahî çêdikirin…

Li gel vê yekê, sedsala berî vê  nufûsa Rûmiyan jî zehf bû . Cihû hebûn. Ji bo hatina kemanê ya  vê coxrafyayê gelek spekulasyon hene. Hinek dibêjin Rûmiyan aniye, hinek jî iddia dikin ku Cihûyan aniye… Belkî jî Ereban… Li Dêrsîmê jî klarinet gelek tê bikaranîn. Berê li Dêrsîmê klarînetjenên Yermenî gelek navdar bûne. Ji bilî vê, hinek kevneşopiyên Elewiyên vî warî û  Ermeniyên xirîstiyan jî dişibin hev . Weke mînak; Elewiyên Dersîmê ji şahiya sersalê re dibêjin ‘gagan’. Ermenî jî  şahiya sersalê çê dikin, navê wê şahiyê  jî ‘gaxant’ e. Ji bilî vê;  divê Yermeniyên veşartî jî neyên jibîrkirin.
Li Dêrsîmê, Elewîtî di nava Zaza, Kurmanc û Tirkan de bûye sedema gelek têkiliyan. Zaza û Kurmanc di bin bandora edebiyeta Elewiyên Tirk û Faris de jî mane. Weke mînak; Şah Hatayî serokê Safewiyan bû û Dersîm di bin destê wî de bû, bi xwe jî ji şaîrên Elewîyan bû-
Çawa ku, Erebî bûye zimanê  Îslamê, Tirkî jî li Dêrsîm, Mereş û Sîwasê di nav muzîkên Elewiyan de gelekî hatiye bikaranîn. (Brunessen).Ji  Bilî vê, belkî nezaniya nivîsandina Zazakî û Kurmancî  ji alî pîr’an (dede)  jî  buye sedema vê rewşê… Em nabêjin qet nivîsên Zazakî û Kurmancî tune bûye; lê gelekî  kêm in.
Ji alî forma muzîkê ve jî belki têsîr çêbûne. Weke  mînak, rîtma 9/8 di muzîka ne olî ya Zaza û Kurmancan de  xuya nabe… Lê li Dêrsîmê bi taybetî di gelek beytên (deyiş) Zazakî de ev rîtm tê bikaranîn. Di nav Tirkan de jî ev ritm gelekî navdar e…

Dersîm, Elezîz, Meletî, Semsûr û Mereş jî hewzeyek e …Di Navbera Elewiyên vî warî de tekilî hene. Ji bilî vê, me li jor jî behs kiribû; ev war heta sedsala şanzdemîn di bin destê Sefewiyan de bû. Gelo, di wê sedsalê de bi  ola Ehl-î Heq’an (Îran) re tekiliyeke çawa çê bûbû, divê lêkolîner li ser vê merselê jî bisekinin. Ji ber ku, mûzîka Ehl-î Heqan ji gelek aliyan ve dişibe muzîka Elewiyên vî warî.  Di Nava Ehl-î Heq’an de Azerî jî zehf in…
Îran şaristaniyeke kevnar e û  di warê muzîkê de  gelek sazî hatine avakirin. Sîstematîzasyona meqeman û enstrumantasyon gelekî  pêşketî ye… Kurdên ku li bajarên Îranê dijîn jî di bin têsîra wê de mane…

Dawiya dawî  em hinekî jî li ser herêma Rihayê bisekinin: Bajarekî gelekî kevnar e. Navendeke olî ye jî. Bêhna rojhilata navîn  zehf tê de  heye- şêwazên amûran, şêwazên vokalan (glisendo pir e). Li vê derê jî di nav mûzîkjenên Kurd de Tirkî zehf tê bikaranîn. Stranbêjên Kurd Lawjeyan bi Kurdî û xezelan bi Tirkî –di nav de peyvên Farisî zêde ne- dixwînin. Di nav xezelan de Helbestên helbestvanên weke Fuzulî gelekî têne bikaranîn. Ez bawer im di navbera muzîka Riha û Kerkukê de jî tekiliyek heye… Meqamên Kurd, Ereb û Tirkan gelekî dişibin hev… Muzîka Tirkên Barak- ku li Entebê zehf in- jî têsîr daye hunermendên vî warî…