Werger: Hekîm Kılıç

[Orîjînala vê teksta li jêr di The Tulane Drama Review de, (Vol. 9, No. 4, The MIT Press, Havîn, 1965), navbera rûpelên 91 û 94a de, bi sernavê “The Method of Physical Actions” hatiye weşandin. Versiyona on-line: http://www.jstor.org/stable/1125034?seq=1 ]

Nîvenda semînerên dema zivistanî ku ji terefî endamên Teatra Hunerê ya Moskowayê yên li New York, New Haven û New Orleansê hate pêşkêş kirin, “metoda aksiyonên fizîkî” ya Stanislavski bû. Nivîskara kitêba bi navê The Stanislavski Method [Metoda Stanislavski] Sonia Moore ji bo ravekirina vê hêla xebatên Stanislavski, bû dilxwaz. Piştî me bi wê re ji ser pirsgirêkan nîqaş kir, me ji wê re rêzek pirs şand.

Gelo metoda aksiyonên fizîkî îddîa dike ku di navbera pêvajoyên psîkolojîk û fizîkî de tu dabeşîn tune?

Belê. Stanislavski keşf kiribû ku tevgera mirov pêvajoyek psîko-fizîkî ye. Û zanyaran jî testîq dikin ku di mirovekê/î de bi awayekî dabeşnebûyî rêyên tûreyan bi hezar tayîkan, a fizîkî bi a psîkolojîk ve girêdide. Weke mînak, heke ez qedehekê rakim jor, ku kirinek fizîkî ye, ez vê yekê ji ber hin sedemên hundirîn an jî psîkolojîk dikim: Dibe ku ez tî bûbim yan jî dibe ku ez dixwazim binêrim ka çi di hundirê wê de heye. Her tecrûbeyek hundirîn bi rêya aksiyonek fizîkî tê îfade kirin.

Di navbera metoda aksiyonên fizîkî û xebatên fîzyolog û psîkologên Rûs de, bi taybetî Pavlov û Sechenov, çi têkilî heye?

Hînkirinên Pavlov yên li ser refleksên merckirî weke hînkirinên Stanislavski bixwe ku danî ber çavan, di heman wextê de girîng bibûn. Stanislavski ji bo kontrolkirina mekanîzmaya hundirîn ya ji reaksiyonên me yên coşî berpirs e, li amûrê hişmendiyê digeriya. Pavlov û Sechenov, rastiya teza Stanislavski ku hemû jiyana hundirîn ya rewşa ruh, daxwaz, reaksiyon û hestan bi saya aksiyonek fizîkî ya sade tê diyar kirin, testîq kirin. Zanyar tezek din a Stanislavski testîq dikin: coş, rasterast nikarin bên livandin.

Metoda aksiyonên fizîkî bi çi awayî derfet dide lîstikvan ku îlham yan coşa xwe kontrol bike?

Ji ber ku a psîkolojîk û a fizîkî di mirov de bi nebeşbarî yekbûyî ye, îcrakirina aksiyana fizîkî bi awayekî rast, rê li coşên heqîqî yên lîstikvan vedike. Aksiyona fizîkî ji bo coşekê mîna “tamikekê” ye. Lê, fêmkirina vê yekê jî girîng e ku li gorî Stanislavski peyva tê gotin jî aksiyonek fizîkî ye. Hemû lêkolînên Stanislavski, ber bi dîtina kontrolkirina demên îlhamê bûn û ji bo kontrolkirinek wiha mercên berbihev pêşxist. Îlham, encama xebata bi hişmend ya lîstikvanekê/î ye ku di teknîkê de hostebûye.  

Bi pêşxistina teoriya aksiyonên fizîkî, çi bi teknîkên Stanislavski yên din bûn?

Hemû elementên din yên teknîka Stanislavski hîn jî tên bikaranîn, lê her çiqas gava Stanislavski wan diceriband, her yek ji wan ji bo coşên lîstikvanekê/î serbest bê berdan li gorî xwe mîna kilîdêk gengaz girîng bûn jî, bes niha ev element li dora aksiyona fizîkî tên komkirin ji bo alîkariyê bi îcraya heqîqî ya xwe bikin.

Di navbera xebatên Stanislavski, Meyerhold û Vakhtangov çi têkilî heye?

Meyerhold derhênerek û ezmûngerekî rewşen bû ku ji bo şoreşa xwe ya teatral tekoşîn dida. Neehîlbûna wî ji bo alîkariya lîstikvanan bike ku weke mirovên zindî tevbigerin, handîkapa wî ya mezin bû. Her çiqas girîng jî bû, teatroya Meyerhold –bêyî mirov û kesên jîndar yên li ser sehneyê- mirî bû. Li aliyê dinê, weke hunermendekî pir dînamîk û xwediyê nêrîna xwe ya diyarker, Vakhtangov bi gelek awayî mîna berhemekî Stanislavski bû. Ji ber ku di derbarê Vakhtangov de gelek çewttêgihiştin hene û ji ber ku fêmkirina wî dibe ku ronahî berde ser Stanislavski jî, min beşek di derheqê Vakhtangov de tevî kitêba xwe kir, ya ku li ser Sîstema Stanislavski wê bê çapkirin.

Metoda aksiyonên fizîkî di dema perwerdehî û provayan de divê çawa bê karanîn?

Xwendevan divê di têgihîştîbûna pêvajoya psîko-fizîkî ya aksiyonekê de bên fêrkirin. Her hîndarî xwedî qîmet e, heke xwendevan armanca wê fêm bike: lê vearqilîna ew qanûnên tabîetê ku em bi saya wan tevdigerin. Divê îcrakirina aksiyona psîko-fizîkî fêrbibin. Di provakirina lîstikekê de, divê lîstikvanek zanibe ku aksiyonek ji bo avakirina karakterekî amrazê wî ye; divê di bijartina ew aksiyonên fizîkî de ku karakter îfade dikin û jiyana wî ya hundirîn wê bihewîne, kêrhatî be. Tercîha aksiyonan pêvajoyek hunerî ye; aksiyoneke ku bitenê karakterekê/î dide der hunerî ye. Stanislavski dibêje ku gava lîstikvanek di hilbijartina aksiyonan de bibe hoste û kêrhatî be ku pêvajoya xwe ya afirîner têbigihîne temaşevanan, wê çaxê ew dibe lîstikvaneke/î heqîqî.  

Armancê xebata hemû jiyana Stanislavski çi bû?

Armanc ew bû, mîna ku em di jiyanê de dijîn, gava lîstikvanek di rewşa xwezayî û jixweber de ye, kontrolkirina li ser fenomena îlhamê peyda bike. Stanislavski bawer dikir ku di rewşek wiha de lîstikvanek xwediyê herî mezin îmkanê ye ji bo bandorê li temaşevanê xwe bike û ji bo coşên wan bilivîne.

Stanislavski bi “binehişiyê” çi qest dike?

Li hemberî dilşikestina lîstikvanên îddia dikirin ku lîstikvanî pêvajoyek “hewldanên binehişiyê” ye, terîmên Stanislavski, “hişmendî” û “binehişî”, tê wateya “kontrolkirî” û “nekontrolkirî.” Çalakiya hişmendiyê di Sîstema Stanislavski de xwediyê roleke sereke ye. Lê piştî ku lîstikvanek bi awayekî hişmend nimûneya rolê xwe amade bike, têkiliya bi temaşevan re dibe ku aksiyonên jixweber û heqîqî bide berhem, ku lîstikvan bixwe jî nelihêvî ye. Vanan demên “binehişiya” afirîner yan jî demên îlhamê ne, ku armanca dibistana lîstikvaniyê ya Stanislavski ye.

Metoda aksiyonên fizîkî keşfa Stanislavski ya dawî bû?

Mijara lêkolîna Stanislavski ku hemû jiyana wî berdewambû, aksiyona însên bû; ji ber vê yekê, hînkirinên li ser aksiyonên fizîkî û psîkolojîk ji serî heta dawî li ser teknîka wî têsîr kir. Pêşveçûna sîstemê girêdayî ye bê çiqasî Stanislavski di derheqê bizavê însên de fêr bûye. Stanislavski piştî keşf kir ku aksiyonek fizîkî ji bo coşên lîstikvanekê/î xwediyê girîngiyek mezin e, qîmetek sereke da metoda aksiyonên fizîkî. Di sala 1935a de, ji ser aksiyonan analîza xwe pêşde xist.

Têkiliya di navbera Stanislavski û Brecht de çi ye, bitaybetî jî ji hêla “biyanîkirinê”?

Ez bawer im ku di hişên kesên ku ji ber xwesteka Brecht ya ji bo “biyanîkirinê”, li ser cudahiya di navbera Stanislavski û Brecht disekinin, de salên ewil yên Sîstema Stanislavski heye. Di wê demê de Vakhtangov bitaybetî îdîaya Stanislavski ya yekparebûna bi karakter re, hilgirte astek ekstrem. Stanislavski piştre fikrên xwe revîze kir û qebûl kir ku heke hewcê be lîstikvanek dikare li hemberî karaktera/ê xwe rexneyî be.

Sîstema Stanislavski dikare ji bo Brecht, Genet û wekî din nivîskarên lîstikan yên ne-naturalîstik, bê bikaranîn?

Sîstema Stanislavski ne rêzek qaîdeyan e ji bo sehnekirina lîstikek naturalîstîk yan jî lîstikek din. Sîstem sînorên hêlek teatral derbas dike. Bi saya avakirina rewşa sehneyî ya rast û çalakkirina mekanîsmayên “binehişî”, Sîstem alîkariyê bi lîstikvanekê/î dike ku tecrûbeyên karaktereke ji lîstikekê bijî. Heke tevgerên lîstikvanekê/î têsîrî temaşevan neke wê kifşên herî îmajînatîf yên derhêner jî bê mane bin. Di navbera lîstikek ne-naturalîstîk û lîstikvaneke/î ku tecrûbeyên karakter dijê de, nakokiyek tune. Her çiqas amûrên îfadeyê û stîl, ji pêdiviyên lîstikên O'Neill, Chekhov yan Gorki cuda be jî, qaîdeyên ji terefî Stanislavski hatin pêşxistin –ku ji bo rewşa afirîner ya lîstikvanekê/î li ser sehneyê mîna qanûnan in- divê ji terefî lîstikvanan di her kîjan lîstikê de be jî (çi Shakespeare, çi Chekhov, çi Brecht yan jî çi Genet be), bên bikaranîn.

Ferhengoka Îngilîzî-Kurdî:

 

act

kirin, bizav, tevger

acting 

lîstikvanî

action

aksiyon, kirin, bizav

actor

aktor, lîstikvan

alienation 

biyanîkirin 

artistic 

artîstîk, hunerî, hunerane

conditioned reflexes

refleksên merckirî/bimerc

conscious

hiş, hişyar, hişmend

consciously

bi hişyarî, bi hişmendî

creative

afirîner, kreatîf 

critical

rexneyî, rexnegirî 

directorial

derhinêrî

emotion

coş, hest, heyecan

emotional 

coşî, coşdar, kelecanî

exercise

hîndarî, meşq

experimenter 

ezmûnger, lêger

express 

îfadekirin, dan der, eşkerekirin, rave kirin

feeling 

hest, his, hes, dilîn, pêhesî, seh

imaginative

îmajînatîv, xeyalî, aşopî, hêmayî, îmajî

inner

hundirîn, navxweyî

inspiration

îlham, best

laws of nature

qanûnên tabîetê, zagonên xwezayê, qanûnên siruştê

method

metod, rêbaz

mood

rewşa giyanê

physical

fizîkî, bedenî

reaction

reaksiyon, bertek

scenic

sehneyî

staging

sehnekirin, pêşkêşkirina şanogeriyê, temaşe dan nîşandan 

stir

livandin, hişyarkirin, şiyar kirin, pê xistin, vê xistin

subconscious

binehişî, jêrhişî

theatre

teatro, şano

theatrical

teatral, şanoyî