Berî niha bi du hefteyan li Stenbolê operosyonek mezin bi navê "gendelî û rişwetê" ji aliye polîsan hate destpêkirin. Gelek kes hatin girtin. Di nava wan de lawên Wezîre Navxwe Muemer Guler, Wezîrê Aborî Zafer Çaglayan, Wezîrê Jîngehê Erdogan Bayraktar, rêvebirê Halk Bankê û hin karsazên navdar hebûn. Ji roja ku operasyon destpêkir Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdoğan vê operasyonê weke komployeke navnetewî binavkir û kesên vê operasyonê dimeşînin weke "dewleta paralel" nîşan kir. Partiyên muxalefetê CHP û MHP vê operasyonê weke fersendekê dîtin û xwestin ku hikûmet îstîfa bike. Li hêla dinê, berevajî BDP/HDPê PKKê bangî hikûmetê kir ji bo di pêvajoya aşitî û demokrasiyê de hin gavan biavêje, yan na wê ne mumkun be ku hikûmeta AKPê karibe di ber xwe de bide. Xuya ye ku ev operasyona berdewam dike mîna derbeyekê li hemberî hikûmeta AKPê pêl bi pêl berfireh dibe.
Berî vê operasyonê di navbera hikûmeta AKPê û cemaeta Fethullah Gulen (yan jî tevgera xizmetê) de meseleya girtina dersxaneyan berdewam bû. AKP yan jî Erdoğan dixwest ev dersxaneyên ku cemaetê xwe li ser wan ava û mezin kiriye, bi yekcarî bigire.
AKP ku 12 sal in desthilatdariya dewleta Tirkiyê dike, ya rastî ji koolisyonekê pêk dihat. Di hundirê vê koolisyonê de tevî kesên muhafizekar, lîberal û neteweperestên Tirk gelek cemaetên Îslamî jî hebûn. Helbet Kurdên di hundirê vê partiyê de jî ne hejmarek kêm bû. Cemaeta Gulen jî yek ji beşdarê vê koolisyonê yê xurt bû û hêdî hêdî di hundirê dewleta ku ji nû de tê avakirin û şêwegirtin zilamên xwe bicîkir. Di hundirê burokrasiya dewlata Tirk, bi taybetî jî saziya ewlehiyê û dadgeriyê de rêxistinek mezin gav bi gav pêk anî. Û her çû, hêza cemaetê mezin bû.
Di meha Sebatê ya sala 2012an de li Stenbolê dozgerê xwedî rayedar xwest ku îfadeya musteşarê MITê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî) bistîne. Mebest eşkere bû. Hevdîtinên di navbera PKK û MITê de dixwest bihata lêpirsîn. Lê di wê merhaleyê de hikûmetê dest danî ser vê meseleyê, qanûnek nû derxist û MITê li hemberî dadgehê xist bin baskê xwe. Piştî wê demê êdî şerê ji bo desthilatdariya dewletê di navbera hikûmet û cemaetê de eşkere bû. Erdoğan xwest hêza cemaetê kêm bike, cemaet jî li hemberî vê xwest hêza xwe winda neke.
Di mehên dawî yên 2013an de hikûmetê eşkere kir ku pêdiviya sîstema perwerdehiyê û reformê heye û di hundirê vê bergehê de jî êdî hebûna dersxaneyan pirsgirêkek e. Erdoğan qerara xwe dabû, dixwest pişta hêza cemaatê bişikîne. Bersiva cemaatê di 19ê Kanûna 2013an de bi awayekî giran hate.
Pêlên operasyonê her çû berfireh bû. Hikûmeta AKPê piştî desthilatdariya xwe ya 12 salan cara ewil rastî krîzek ewqas mezin a siyasî hate. Ji cergiya munaqeşeya girtina dersxaneya destpêkiriye, tevî operasyona dawî, 8 parlementerên AKPê îstifa kir. Kabîneya wezîran hate guhertin. Krîza siyasî têsîra xwe li ser ekonomiyê jî kir.
Wê ev şer çawa têsirê li pêvajoya aşitiyê bike? Ne tiştekî hêsan e ku meriv bersiva vê yekê bike. Lê ne tiştekî zor e jî ku niha ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd di nava rewşa siyaseta Tirkiyê de hikûmeta AKPê ya herî nêzî vê meselê ye. Mumkun e ku di rojên pêş de li hemberî AKPê koalisyonek CHP-MHP tevî cemaetê bê ava kirin. Kêm zêde, eşkere ye ku koalisyonek bi vî awayî bê avakirin, wê pêvajoya aşitiyê bi kîjan hêlê ve bibe.